Elî Temel - Şitla Azadî
wêneyê hunermendî:ê 547 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Elî Temel - Şitla Azadî

Şitlê baxçê azadiyê
Kulîlk veda li adarê

Bircê kela Diyarbekir
Bi Zekîye reng vedikir.

Şitla azadî her bijî
Nava dilê Kurdan dijî

Agirê nava dilê Ferhat
Nava dilê Zekiya şîn hat

Agirê azadiyê pêdî da
Tînê dide axa welat.

Şitla azadî her bijî
Nava dilê Kurdan dijî

Wekî tîrêja agirê Newroz
Cejna Alkan dike pîroz.

Ew agirê Mahmut Zengîn
Boy Zekîye bûye evîn

Şitla azadî her bijî
Nava dilê Kurdan dijî

Necmi rabûye selabê
Eşref hilda ala partiyê

Zekiye bi xemla bûkê
Hembêz dike agirê Newroz.

Şitla azadî her bijî
Nava dilê Kurdan dijî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î