Elîxanê Ûsiv - Eyşanê
wêneyê hunermendî:ê 23 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Elîxanê Ûsiv - Eyşanê

Eyşanê ha Eyşanê, lo dilo loy li min,
Eyşanê ha Eyşanê, tew dilo loy li min.
Eyşana çiyangê hanê, lo dilo loy li min,
Eyşana çiyangê hanê, tew dilo loy li min.
Min bajêr da mêze kir, lo dilo loy li min,
Min bajêr da mêze kir, tew dilo loy li
min.
Bajêr da bazarê kir, lo dilo loy li min,
Bazara zêrê te kir, tew dilo loy li min.
Min bîr kir qeytan nekir, lo dilo loy li
min,
Min bîr kir qeytan nekir, tew dilo loy li
min.
Bazara xizêma te kir, lo dilo loy li min,
Bazara xizêma te kir, tew dilo loy li min.
Min bîr kir şirik nekir, lo dilo loy li min,
Min bîr kir şirik nekir, tew dilo loy li
min.
Şam, Heleb, Diyarbekir, lo dilo loy li
min,
Şam, Heleb, Diyarbekir, tew dilo loy li
min.
Jê anî heft bar şekir, lo dilo loy li min,
Jê anî heft bar şekir, tew dilo loy li min.
Heram be min tem nekir, lo dilo loy li
min,
Heram be min tem nekir, tew dilo loy li
min.
Eyşanê ha Eyşanê, lo dilo loy li min,
Eyşanê ha Eyşanê, tew dilo loy li min.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?