Elîyê Hemed - Gozê
wêneyê hunermendî:ê 21 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Elîyê Hemed - Gozê

Gozelê mahrûmê, wezê dimirim roja çaran,
Mahrûmê wezê dimrim rojî çara,
De bira kevirê ber seriya min, mehrûmê Xwedê, li xirabê gunda wan beyara,
Herî bermal, herî bermalî, herî bermalî Gozê.
De bira kevirê ber seriya min, mehrûmê Xwedê, li xirabê gundaê wan beyara be,
Erê Xwedê wezê diçim hûn dimînin,
De bê bira kêleka min mehrûmê Xwedê rûnê, bi qîrînî cotê yara bermalî,
Herî bermalî, herî bermalî, herî bermalî Gozê.
Were Gozê, mehrûmê, binêre, min vê yekê Gozelê binêre,
Min vê yekê kêleka min mehrûmê rûniştiye,
Erê Xwedê qasidê vê mirinê li kêleka çepê li min dinêre, qocê vê felekê,
Yar felekê, yar felekê, were bermalî, bermalî, bermalî Gozê.
Lê lê Gozê mehrûmê, mi go bejna têlî Gozela min zirav e,
Erê Xwedê dar e dara vê leylanê, bejna têlî Gozelam zirav e, darek dara vê
leylanê,
Reşkencê têlî Gozila mine wê wisan e,
Erê Xwedê nava konê bavê min mehrûmê,
Meriv ji xwe ra bigire li ber Çemê Gulheyranê,
Bermalî, bermalî, bermalî Gozê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?