Elîyê Ozmîn - Bejin Girîyê
wêneyê hunermendî:ê 12 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Elîyê Ozmîn - Bejin Girîyê

Bejingirê ha bejingirê,
Bejingirê ha bejingirê
Cerga minê, erebo, pezê mala bavê te bir,
Erda ra wa derbas kir, de lê lê lê.
Hewar e xweş hewar e,
Cerdê girtiye çarnikal e,
Ma tu li min nabînî,
Pîna nake milê minê birîndar e, de lê lê.
Belê belê çar e, belê belê çar e,
Zêdî seda nalenal e,
Pelê minê bive qirnê zêrane ha delala min lo lo lo,
Pelê nede, çalê nede, keriyê mê pezê me dûr be lo lo lo.
Belê belê reş e, belê belê reş e,
Rabe li pêşiya keriyê tê bimeşe,
Pelê minê dive qirnê zêrane wan qeleşaba, lo lo lo lo.
Belê belê hêşîn e,
Lingê xwe li erde dixîne,
Mîr xêrê bike wayê qe nevîne, lo lo lo lo.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?