Elîyê Ozmîn - Lê Zerîfê
wêneyê hunermendî:ê 12 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Elîyê Ozmîn - Lê Zerîfê

De lê lê Zerîfê,
Qalakê me qewimiye,
Mehela wa Konî Koşka,
E semtê wan jêrîn e,
Can ê can ê can can.
La dê dugê mîratê wey neyo.
Emê ser şanincê Memê siyarê siyarlera
Kilê çavê mehrûma Xwedêyo.
Ele viyê petewirê reşê reşrevîn e,
Can e can e can can.
Ele lê bi gotina ha wa gotiya,
Hele bi salixa bi solixa,
Pêştmêriyên Şamilê Memê siyarê siyarlera,
Kilê çavê min vê mehrûma Xwedê,
Bi temamî pişt revîne,
Can e can e can can.
Elenê ji berê va divêjim,
Mêr dimire nav dimîne,
Ga dimire çerm dimîne, çerm dimîne,
Can e can e can can.
De lê lê Zerîfê,
Qalakê me qewimiye,
Mehela Kanî Koşka.
Hele îro dinêrim ho,
Dengê top û tivingê mîtrotekê tê wa li ser şonincê Memê,
Kilê çavê vê mehrûma Xwedê, di sibê da.
Ele divê bi gotina ha gotiya, bi salixa bi solixa,
Şonincê Memê kilê çavê min mehrûma Xwedê,
Tek bi tenê maye di kozê da,
Can e can e can can.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?