Ercan Bîngol - Dîk û Mirîşk û Cîran
wêneyê hunermendî:ê 227 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ercan Bîngol - Dîk û Mirîşk û Cîran

Ew dîkê li ser xaniyê, dil ketiye mirîşkê
Cîran mirîşkê nade, qelendê wê giran e
Cîran mirîşkê nade, rebeno dil ketiye
Cîran mirîşkê nade, pepûko dil ketiye

Dîko her şev dinale, mirîşk teşî lê dirêse
Cîran her şev dinale, mirîşk teşî lê dirêse
Tew nabîne nabihîze, rebenê bê dil mêr e
Tew nabîne nabihîze, pepûkê bê dil mêr e

Ew dîkê me yê bedew, tûncik li eniyê
Û pê re cîran, xwedanê heft jinan
Kincê xwe berhev dikin, ji gundê me bar dikin
Ho dîko, ho cîran , ji gundê me bar nekin

Ew mirîşka reben, ji kezebê xwîna reş tê

Rebenê, mirîşkê mir û zarokên wê man sêwî. Mezin bûn û
yek bû dîk, ya din bû mirîşk, yê din jî cîran… Dinya wisa ye,
wiha hatiye û wiha diçe…

Gotin û Muzîk: Ercan Bîngol
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?