Ercan Bîngol - Kûçik Hatin
wêneyê hunermendî:ê 108 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ercan Bîngol - Kûçik Hatin

Gundîno, zar û zêç
Heval û hogir, nas û nêz
Hay ji xwe hebin
Kûçik hatin

Kûçik hatin, li gundê me ne
Kûçik hatin, li gundê me ne

Wekî pisikan dinewkin
Mîna keran dizîqin
Wekî gayan dihorin
Mîna guran dizûrin

Lê, em zanin
Ji xwe jî bawer in
Ewta ewta wan e, diewtin
Ew kûçik in

Av ji kaniyên me vexwarin
Masî ji çemên me girtin
Hûn bi xêr hatin
Xêrê ji xwe nebînin

Çav kor biyono
Guh ker biyono
Hûn bi xêr hatin
Xêrê ji xwe nebînin

Gotin û Muzîk: Ercan Bîngol
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?