Ercan Bîngol - Lo Lo Qulingo
wêneyê hunermendî:ê 124 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ercan Bîngol - Lo Lo Qulingo

Îsal jî
Qêrîna zaroken pêxwas hilnedan hembêza xwe refên qulingan
Dîsa
Di nav rojê de wenda bûn bêyî ku guh bidin bajêr

Meşên bişev ên li kolanan
Qirçiniya deriyên bijan
Bişkivîna gulên li goristanan
Qedexe kiriye, merivê ku
Dilê xwe ji bîr kiriye
Li lîstikeke zarokî

Lo lo qulingo, lo lo qulingo…

Îsal jî
Kenên zarokên me dizîn refên qulingan
Bêyî ku qêrîna zarokên pêxwas hildin hembêza xwe

Bifirin qulingên qencînenas
Bifire qulingê baskşikestî
Qet li dû xwe nenihêre

Lê sala bê
Dema ku tu li ser vî welatî re derbas dibî
Li serê Sîpanê Xelatê binêhêre
Ku lê Evdalê Zeynikê distirê: lo lo qulingo, lo lo qulingo…

Lo lo qulingo, lo lo qulingo!…

Gotin : Memê Mala Hine
Muzîk: Ercan Bîngol
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?