Erkan Yıldırımçakar - Xemla Biharê
wêneyê hunermendî:ê 22 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Erkan Yıldırımçakar - Xemla Biharê

Gulyên dara reng vedane
Deşt û zozan gul vedane
Tîna rojê li ser çiyan e
Zivistan çû, va bûhar e

Pisîka min mire mire
Li dora hev da dizvire
Pêşiya malê seg digere
Reşemî çû, va adar e

Erd û esman tev bû tarî
Zarokan zû hatin xanî
Xewa şîrîn kar dianî
Şemî zû çû, va bazar e

Çiya û banî berf lê neman
Diherikîn ava çeman
Mêrg û çîman bûn gulîstan
Zivistan çû, va bûhar e

Gotin û Muzîk: Erkan Yıldırımçakar
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î