Erol Berxwedan & Rojda - Gulê Canê
wêneyê hunermendî:ê 237 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Erol Berxwedan & Rojda - Gulê Canê

yar yarê’b sûret sorê’b wek hinarê gulê canê
destê xwe bide em herin keçika kubarê
yar wezo sêvika bi rezo ji min dûr here kuro dîno
zû here bavê min were dîkê şer e

xort û zerî evîndar in dildar in dilo cano
em bi hev ra dildar in evîndar in

keça delal ez evîndarê te me gulê canê
xelk û alem ji bona min ne xem e
yar yaro migo delalo wez nikarim kuro dîno
ne bi destê min e ji dil de birîndar im

xort û zerî evîndar in dildar in dilo cano
em bi hev ra mizgîniya bihar in

roj çû ava benda te me de were gulê canê
bese keçê bextê te me tû were
ez hatime delalo li heviya te me kuro dîno
bes e êdî evîndarî ne şerm e

xort û zerî evîndarin dildar in dilo cano
em bi hev ra mizgîniya bihar in

Gotin û Muzîk: Firat Guneş
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?