Esker Demîrbaş - Evdilê Xazo
wêneyê hunermendî:ê 35 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Esker Demîrbaş - Evdilê Xazo

Evdilê hê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê,
De heyla lo lawo diyara Erzirûmê teqîba Wanê,
Siwariya Qaqizmanê ji kula dilê dayika berxê mi ra rabû bi giranî,
Wey lo berxo vê sibekê Deşta Milazgirê çadir kuta bi erdê,
Dîsa ji xwe ra qraliyê danî,
Yar yar yar yar yar dê rebeno.
Evdilê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê,
De heyla lê lawo bihar e,
Ewr û esmanê nîsanê mij hat Kosedaxê, dûman e Çiyayê Şalyanê,
Serê xwe dayika berxê mi deranî,
Evdilê xwarza beranî qemer,
Wapê Nûrê beranî kete,
Şêrê hustîgulî bi sê gulê mawîzerê birîndar e,
Halê xwe ber birîna tu nîn e rojê li papayê laza xwe dike,
Ser odama di yosme da, dîsa qarî dostan û dijmina, xwe dananî,
Yar yar de yar yar yar yar yar.
Go biçûko, go Xwedê dawo qawîş martelyê mi kuta,
Seta siyaseta, loma ji dil da mayî,
Yar yar yar yar yar dê rebeno ax.
Ay Evdilê hê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê,
De heyla mi lawê, bira vê sivengê li mi nata sira sibê,
Mîrata bangê wa qerisî,
Bira lê nexista bejn û bala Evdilê xwarza beranî qemer,
Apê Nûrê beranî kete şêrê hustîgulî, kostekê saetê li ser bejna zirav da ne-
riqisî,
Le wez ê bala xwe bidime vê sivengê gulekê berdane Evdilê xwarza beranî
qemer,
Apê Nûrê beranî kete şêrê hustîgulî, rengê kekê mi evdalî,
Le notila qirayê ber bihara çema, kulîlka mayisê qirawî lêxe dîsa rengê kekê
mi vê sivingê çilmisî,
De yar yar yar yar yar yar yar yar yar yar.
Go biçûko, go Xwedê dayo qawîşa martelyê mi kuta,
Seta siyaseta, loma ji dilda mayî,
Yar yar yar yar yar dê rebeno axê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î