Evdilayê Goyî - Lê Canê Cana Cizîra Botanê
wêneyê hunermendî:ê 260 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Evdilayê Goyî - Lê Canê Cana Cizîra Botanê

lê lê lê canêêê lê lê lê canê lê lê lê canê
lê lê lê canê lê lê lê lê lê canê
de rabe cana Cizîra Botanê
semyana dilê xortanê,
ezîza dilê lawanê
îsal serê heft salê temam e wezê cana xwe nabînim
wez ê nizanim sebr û beşera dilê min kanê lê lê lê lê canê

de lê lê lê canê
mala bavê te xirabê
mi go dilê mi hîv e sed car e li mi hîv e
tavîkê baranê tavê ser gundî mala bavê cana mi baranekî hak* û nîv e
de dilê rabe bazinê spî têne ser zendê spî ve
zendê spî têne ser bazinê zîv e
wile min ê singê cana pêvayî bi gaza Helebê gaz û nîv e.
de lê sing û ber û bedenê cana mi wekî zozanê Fereşînê
cotê reşka vê şalê* dixwe taşt û şîvê lê lê lê lê canê

lê lê lê canêêê lê lê lê canê
de rabe lê lê lê canê cana Muxsê
tu wê ber sihara serê sibê termikê* tana kirasê melesê tifsê
îsal serê heft salî temam e min ê maçikê li cana xwe dabû
tam û kilama wê maçê maye di didanê min yê kursê lê lê lê canê

de lê lê lê canê cana Cizîra Botanê
semyana dilê xortanê,
ezîza dilî lawanê
îsal serê heft salî temam e,
wezê çavê xwe dgerînim nagerînim
wezê cana malê nabînim
wez nizanim sebr û beşera dilê min kaanê lê lê lê canê

de lê lê lê canê
min ê serî cotê memikê cana xwe dîtine,
ser e sor e binre spî ne,
wekî hêkikê mêkewa sihara serê sibê nû kirîne
wekî pirteqalê dortyolî ne
sêvikê xelatî ne
îsal serê heft salî temam e,
min ê ramûsanikê ji cana xwe standibû,
wile tam û kilama devê min şîrîn e can lê lê lê canê.

Deşîfrasyon: R. Xendekî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î