Evdilhadî Mihemed - Xerabo De Tu Xerabo!
wêneyê hunermendî:ê 65 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Evdilhadî Mihemed - Xerabo De Tu Xerabo!

Xerabo!
Welle tu xerabî, tu mal pir e, can ezab e,
Tu qêmîşê malê dinya yê nabî;
Rûhê bizdonek bi sîngê gewir şa nabe.
Ez dikim nakim tu bi şîretê rîspiyan
Û por sîpiya tu çê naba.
Yekî li xerabê malê wa kiriye,
Ma şallê bi hevalê Fila be,
Hêlîna wan bi hêlîna teyr û tebab e.

Wey lo xerabo,
Ma şalle tu qurbana nav
Bêna şellan û meşella be.
Ma şalle tu bi qurbana êniya lewzikan
û zêra be.
Ma şalle tu qurbana kêleka toqan û
Menteşa be, ma tu bi qurbana kemberê
Bejna zirav, gobeka hîva çar de şevî,
Bejna zirav nava hemailan û bazbenda be.
Xerabo ma şalle tu ar û xweliya duwanzde
Gundê xereb e,
Li deşta Diyarbekir Hêcugê û
Çûçikê û hewarê quş doxana û Hûsênî Keyê
Û payasê temam li çat wan burya be;
Weyoo Xerabo,
Ez dikim nakim tu ramûsanê cotê memikê
Min kara xezala şana be.

Were xerabo, were xerabo
De li te û li wî dilî, li wî sewdeyî li wî aqilî,
Te çira terka min kara xezala kir
Meya Reşûya, mehlûla teya,
Çiçeka bazirgana, kewa kerka bin bin herema kirî.
Tu çi li bergîlê Cizira Botan sewyê gol golya
Û li gûşya çayê Reşika tu hesilî.

Sibê bû ez û xerabe malê,
Her du li binya mala li hev buhurî,
Me gotin hesretê giran ji hev ra kirî.

De min go xerabo, îşev min xewnek bi xêr dibû,
Min dî balifa ber serê min û te yek bû,
Doşega bin min û te yek bû,
Lihefa ser min û te yek bû.
Bi hesabê xwe min go belkî damarê
Geza ji devê min Cizîrî simbelê te sor û sosinî,
Biskê min î şê û zerî, temerîka ta reşî qurf kiri,
Her sê li hev kom bû bûn, li hev buhrîn.

De xerabo, de xerabo,
Taximê sîng û berê min kara xezala,
Ji te ra nala qesrê pîrota li Mêrdîna şewitî
Nuh cam kirî,
Na welle nala gûşiyek tiriyê çêlikê,
Eliyê Remo dikan û mêwa xwe da,
Nuh kamilîn.

Welle min sond xwariye,
Heta melekê tew ji ezmana nazil ne be,
Rûhê min ji canê min dernekeve.
Heta tu bi destê xwe kefenêmin di min wernedî,
Topek cawê gewrê bozî şakirî,
Min go gundino,
Malino ma xerabê malê şeva nîvê şevê
Li nav şêniyê me yî şewitî digere nizam te xêr e.
De xerabo.
Mal şewityo, ez ji te ra dibêm tu şeva
Xwedê were tawafa sîng û bera ramûsanê
Cotê memikên min kara xezala,
Ji te ra nala sênyek hingivê Sêrtê ye.
Tu destê xwe bavî bikê,
Min kara xezala,
Min ji te ra bi bada zirav kirî kiriye têl e.
Tu jî qiyame destê xwe bavî eniya lewzikan
Û şêra dax e, qulp û xişkê dara guhêr e.
Ma xerabo, qey tu rast ne were,
De were xerabe diyar ji diyara bilindtir e,
ji bereda pirsa pêşya ye ji hedîsa virda ye.

Esmer gelekî ji gewra şêrîntir e, tu ne tava
Rûkê ezmana bi çar çilkabi du birûska nayê
û ne buhur e.
Ez ji te ra dibêm, tu her şeva
Xwedê dakeve Tewaafa xana gerdanê,
Ramûsanê cotê memikê min kara xezala
Ji te ra gelekî ji şekirê Hamid û Hilo şêrintir e;
Ji rûha huqûmê Helebê narintir e,
Ji pemboyê jendî gewirtir e,
Ji genimê sala xerab buhatir e.
Ne welle, ji tera qaldir - qayê Diyarbekir
Yamantir e,
Ji tasek ava kaniya Sîma zozan
Û belekîya berfê zozana Qersê
Û ji hingûvê Sêrtê
Ji helawa Entabê ji kakilê gûwîza
Hindistanê, ji hejirê Îzmirê, ji dimsê
Tizyanê, ji mêwijê Hebabê,
Ji qedehek çayê malik Ehmedê şêrîntir e,

Xerabo sibê bu, ez û xerabê malê her du,
Li biniya mala tev rûniştin me gilî kirin,
Gazîn di dû xwe hiştin,
Keserê mirinê vê ra radiniştin,
Çûçika perên xwe ji xwe kirin li ber roja
Germa havîn e.
Heçî teyr hebûn baskê xwe na qiyame kirin;
Nukulê xwe na berjêr kirin,
Bi ser min û xerabê malê da ponijtin;
Miriyê li mezela kefenê xwe niha di xwe werda
Di gora da bi qûn rûniştin.
Ji gazin û lomê min û xerabê malê kevir û
Gomê li me dirizîn, li me qeliştin.

Were xerabo,
Te ez ne xwastim, ne revandim kirim marekî
Ji marê nîv kuştî,
li serê çiya û baniya ez terkandim.
Te ez kirim tasa çînko, li nav aviya ez çikgandim,
Te ez kirim fincana ferfûrî li qoca
Diyarbekira şewitî,
Li qahwa Gawûr meydanê li destê talan û
gewada ez gerandim.

Te ez nala qiçika çelîn e hejandim;
Te ez mêjandim, te xelk û alem tevda bi me hesandin.
Ez çûm mala xala, ez ne hewandim,
Ez çûm mala apê ez qewirandim,
Bav û bira ez ne lê limandim.
De bes xerabo, welle tu xerab e,
Zinarê der mala bavê te zinarê kher e.
Wêy Rebî, ye ku û di navbera dilê min
Û xerabê malê da bi xerabî bigere,
Heger qîz be, li ber devê wan biger e.
Hegre zilam be, pêşiya sê şevan be;
Ji birîndarê heft gulla be;
Ji seeteka şûnda dev ne gere.

Xerabo mal şewitiyo,
Ez ji te ra dibêm tu her şevê Xwedê,
Were tewaafa sîng û bera, ramûsanê cote
Memikê min kara xezala.
Ji te ra nola sênyak penîrê xam berindîra yîte ra.
Li merga mîra jorîn li Qerejdaxa şewitî,
Tu têke parzûnan û torba, tu bi guvişe av jê here.
Bi kêra qelem tiraşê tu dîlim ke, damarê geza
Û şekir ji nav here

Evdilhadî Mihemed
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î