Eylem Aktaş - Selpakfiroş
wêneyê hunermendî:ê 26 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Eylem Aktaş - Selpakfiroş

Bi destê min bigire selpakfiroş
Em tev herin serî li zarokatiyê bidin
A di zixa kuçeyeke fileh de çikiyaye
Û hew vedigere ji çîroka refên qulingan
Ka li ku ne
Ewên serkupî dikirin ji bajêr re

Hemî deriyên tu lê dixî dadayî ne
Ên diviyabû şûrikan vekin
Ewên bi serboriyên sînesoj
awêneyen avzêrîn
Şehên mahî
Wek malxweyên malên berê
Siwarê hepsên xelkê bûn çûn

Gotin: Kawa Nemir
Aranje: Cem Tuncer
Nîşe: Ji Stranên Fikri Kutlay
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î