Eyşe Şan - Heywax Dayê
wêneyê hunermendî:ê 155 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Eyşe Şan - Heywax Dayê

Daykê qurban ava çemê Diyarbekirê dîsa îro tê ye lem e lem e.
Dayê qurban pêl bi pêlê dixe davê ser kelem e.
Îro dilê min şewitî dayka min Hecî Xanim ket bîra min e.
De hêsirê çavê mi xerîba Xwedê fena barana biharê têne
Çavên min bêkesê xalî nebûne.
Heywax dayê, xerîb im dayê
Heywax dayê, bêkes im dayê
Kesê min nema li vê dinyayê
Dayê ez bimrim dayê.

Heywax dayê mala min şewitî, mala min şewitî dayê
Dayka min nexweş e, haya min jê tu nîne
Dayka min dinale haya min tu nîne
Der û cînara, heval û hogira digotin:
Elîf Xanim emê bang kina keçên te, Zehra û Salîheyê
Hecî Xanim dibêje:
Wele wez naxwazim, bira kesêk neyê serdana min e.
Hunê ji bo Xwedê têlefonê vekin
Ku nebû, li têlê xin xebera min nêzîk bikin
Bira Eyşana min a dilşewitî were bikê xizmeta dayka xwe,
Ew ezîza ber dilê min e,way lê dayê.
Eyşana min bira were min bibe ser dixtor û hekîman
Ji xeynî Eyşana min kesê min tu nîne.
Heywax dayê, xerîb im dayê
Heywax dayê, bêkes im dayê
Kesê min nema li vê dinyayê dayê
Dayê qurban, ez bimrim dayê.

Heywax dayê, mala min şewitî, mala min dayê.
Kûla Xwedê bikeve mala bavê Osê Salih e
Wele dizanibû ez qîza te Eyşe Şan li ku me.
Xeberek ji bo xêra Xwedê nedane min e.
Dayê qurban, ez bimrim dayê.

Heyfa şîr û emegê te li van ewladên bêxêr e
Li goşê xestexanê te bêkes û bêxwedî hiştine
Xuşkên min Zehra û Salîhe ne, li ber serê te ne
Dayê dayê, ez bimrim dayê.
Heywax dayê, xerîb im dayê
Heywax dayê, bêkes im dayê.
Kesê min nema li vê dinyayê
Dayê, ez bimrim dayê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?