Eyşe Şan - Were Keko Tu Zanî
wêneyê hunermendî:ê 154 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Eyşe Şan - Were Keko Tu Zanî

Were keko tu zanî
Ji derdara dermanî
Çi ye welatê kurda lo
Şîrînê Kurdistanî

Were keçê tu zanî
Ji derdara dermanî
Çi ye welatê kurda lo
Şîrînê Kurdistanî

Gur ket di nav van pezên me
Xayin pirin di nav me
Ev çawa hez kirine lo ?
Tu nabîne halê me

Were keçê tu zanî
Ji derdara dermanî
Çi ye welatê kurda lo
Şîrînê Kurdistanî

Lo netim em bindestinê
Dilxirab şikestinê
He zanin lo he nizanin
Em kî ne

Were keçê tu zanî
Ji derdara dermanî
Çi ye welatê kurda lo
Şîrînê Kurdistanî

Eyşe Şan'im çi bêjim
Bi derd û qul û eş im
Heya hebim lê dine lo
Ji derdê welat gejim

Were keko tu zanî
Ji derdara dermanî
Çi ye welatê kurda lo
Şîrînê Kurdistanî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?