Eyşe Şan - Ziravê
wêneyê hunermendî:ê 111 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Eyşe Şan - Ziravê

Zirav zirav ziravê
Leylo leylo ziravê
Zirav zirav ziravê
Ax keçê zalimbavê

Ew zirava wek derzî
Leylo leylo ziravê
Li devê deriyê me dibezî
Ax keçê zalimbavê

Ew zirava wek teşî
Leylo leylo ziravê
Li devê deriyê me dimeşî
Ax keçê zalimbavê

Zirav qiza keşê ye
Leylo leylo ziravê
Rind e qiza kese ye
Ax keçê zalimbavê

Zirav çûye qirşikan
Leylo leylo ziravê
Rindê çûye qirşikan
Ax keçê zalimbavê

Şirpa şirpa şimikan
Leylo leylo ziravê
Şirpa şirpa simikan
Ax keçê zalimbavê

Zirav dendik diqelîne
Leylo leylo ziravê
Rindê dendik diqelîne
Ax keçê zalimbavê

Paya xortan hiltîne
Leylo leylo ziravê
Paya keçan diqelîne
Ax keçê zalimbavê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?