Ezîzê Sebrî - Dinya Bive
wêneyê hunermendî:ê 8 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ezîzê Sebrî - Dinya Bive

Dinya bive hingiv şerbet,
Niqitek av besî min e,
Rokî tenê bijîm dinê,
Tev huba xwa besî min e.
Dinya bive gul gulistan,
Gulek tenê besî min e,
Rokî tenê bijîm dinê,
Tev huba xwa besî min e.
Dinya bive birc û sera,
Koxikê biçûk besî min e,
Rokî tenê bijîm dinê,
Tev huba xwa besî min e.
Malê dinê û defîne,
Hizkiriya min besî min e,
Rokî tenê bijîm dinê,
Tev huba xa besî min e.
Bira her kes qurna bijî,
Rojek tenê besî min e,
Rokî tenê bijîm dinê,
Tev huba xa besî min e.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î