Ezîzê Tihar - Hey Lo Wayê
wêneyê hunermendî:ê 13 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ezîzê Tihar - Hey Lo Wayê

Hey lo wayê lê, heylo wayê,
Hetanî xwaş bim rûbara dinyayê,
Kula Bekirxanê, siyarê Ereb,
Tu car dilê mi dernayê.
Dayê, dêran bayê Xezneferê kînekîn e,
Bangî tê wêranê lê kînekîn e,
Ba lê dixe, rîşê şerê ser enîka Bekirxanî dive tîne.
Hey lo wayê lê, heylo wayê,
Hetanî xwaş bim rûbara dinyayê,
Kula Bekirxanê, siyarê Ereb,
Tu car dilê mi dernayê.
Dayê dêran bangî tê wêranê çiqa sar e,
Weyla mi rebenê, bangî tê wêranê, çiqa sar e,
Bekirxanê du gulê mawîzerê birîndar e,
A le divê birîna çiçikê çepê dilê me ra kûr dinale.
Hey lo wayê lê, heylo wayê,
Hetanî xwaş bim rûbara dinyayê,
Kula Bekirxanê, siyarê Ereb,
Tu car dilê mi dernayê.
Dayê dêran Bekirê Xanê, Geliyê Çeto çatme datîne,
Wey la dêranê, gelîyê Çeto çatme datîne,
A de divê mêra dikuje, lo mi dî ew talana para tîne.
Hey lo wayê lê, heylo wayê,
Hetanî xwaş bim rûbara dinyayê,
Kula Bekirxanê, siyarê Ereb,
Tu car dilê mi dernayê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î