wêneyê hunermendî:ê 1248 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Faris Bavê Firas - Dixtor

Dixtor ji min pirsî ye
Derd û êşa te çîye
Min got dil dêşe dixtor

Rehê dil ziha bûne
Gurçik jî xirab bûne
Kezeb jî dêşe dixtor

Ne dil û gurçik tenê
Çokê min agir ketinê
Hinavam jî dêşe dixtor

Navmil û her du tenişt
Dest û her du zend û pişt
Gerden jî dêşe dixtor

Serê min her du çav
Rovîya qalind û zirav
Singam jî dêşe dixtor

Ku dêşim ku naêşim
Hiş çûye şaş û gêşim
Laşe min tev dêşe dixtor

Êşa min ber gewrê ye
J'ber her du çavê wê ye
Tu jê re bêjî dixtor

Êşa min derdê dil e
Dermanêm çavê kil e
Hindî dil min êşî dixtor

Dixtor j'mir got ew çîye
Çima tu nabêt mirîye
Qurban te min anî lê ye
Janê avêt hestî ye
Derman ji mirîya re nîye
Çavêm sor bû ji girîye
Dilêm qelişî dixtor
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?