Faris Bavê Firas - Êva Êva
wêneyê hunermendî:ê 740 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Faris Bavê Firas - Êva Êva

êva êva êva
bi xulama dev û lêvan

dil xweş dibim bi dîtina te
bûm evîndar ji wê rojê va(e)

min bihîstî tu nexweş ketî
cerg û hinavên min peritî

rû bû wek liksa veketî
dilta tinên ji te pêve

were em dilan bidin ber hev
kul û xeman têxin nav hev

dost û heval tev radizên
şiyar tine ji mş-in pêve

xwezî cardî min dîtiba
ber êvar û serê siba

çav û dilê min têr biba
ji bejna zirav ji bexçê sêvan

carkê tenê li min napirsî
maqey tu ji xwedê natirsî

li ber çavên min dibe stêr
hew dikarim bimeşim bi rêve

agir dil ket ser û binî
ka ez ê çawa kim ezbenî

nizanim bibim ermenî
herim dêrê ji îro pêve
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?