Fatê - Hey Lawo Hey Bira
wêneyê hunermendî:ê 209 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Fatê - Hey Lawo Hey Bira

Dayik rûniştin li ber dîwaran
Sor-gewez bûne avê rûbaran
Werin çend rojê dinya derewîn
Ji hev ra bibin wek xuşk û bira

Hey lawo hey bira hey lorî lorî
Hey lawo dil û can ji we ra gorî
Malê me zozan in, hewşê me zinar
Ji ber derd û kula dilêm bûye pare-par
Keç û bûka reş girêda wa hewar hewar
Li warê dûr boy gula sor bûme evîndar

Gelî xemgîna derdê me zor e
Dijminê xayin wek marê kor e
Ronîkê çavan nikarim bigrim
Çekê delalan bi xwîna sor e
Dîsgotin

Tîrêjên da ser riya me
Ji boy rizgarî li ser piya me
Ewrê reş-tarî ji ser me rakin
Jîyan wê xweş be wek hêviya me

Şîrove
logo
Hishyar 10-09-2019 08:53:23
Bi raati kelameké zur bi héze ! Çima Faté vé strané dubare naket ? Bijitt

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?