Fatê - Min Dil Da Xelkê Ji Xwe Ra Bir
wêneyê hunermendî:ê 214 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Fatê - Min Dil Da Xelkê Ji Xwe Ra Bir

Min dil da xelkê ji xwe ra bir
Evînam’ şêrîn şekir
Nizanim ezê çibkim
Dilê min pêt û agir
Wekî kewa firandin
Fermana min derandin
Lê hewara min nayên
Ne heval û ne hogir

Ma qey ewqas hêsan e
Tu diçî min dihêlî
Ezê bibim pûşiyê reş
Serê te bibim xêlî
Te digo ez ya te me
Heta dinyayê he me
Ez bikevime gorê
Lawo tu ji min re kêl î

Bihar hate warê me
Vebû nêrgiz û lale
Çavê min l’rêya te ma
Dil ji boy te evda e
Heval im dilbirîn im
Ji dil de cîgerxwîn im
Hesreta evîna te
Dilê min nale-nal e

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?