Fatma Îsa - Dînê
wêneyê hunermendî:ê 40 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Fatma Îsa - Dînê

Here dînê canê, te çi gotiye, ha li wê ma,
Here dînê belekiyê berfê heliya li kêmê ma,
Gelî malî gundîno ya min kawa min, li ser milê mêrê çê ma.
Herê dînê, wezê çivîk im, çivîka zer im, xeta li benda,
Herê sebrê, xwezila minê zar zimanê te bixwenda,
Herê dînê, tê jina mêrê çê bû, ketî ber mêrê kotî pintî,
Kotîkî mêra, ne tu kuştî, ne tu berda.
Herê dînê, çiya bilind e, rê di ber ra,
Herê sebrê gul sor bûne, sorgul ser ra,
Herê kaw kubarê, were wez ê du dila nahebînim,
Serê dilê xwe ber te ra.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î