Fêkoyê Miraz - Hoy Nar
wêneyê hunermendî:ê 9 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Fêkoyê Miraz - Hoy Nar

Carek çûme Helebê,
Du car çûme Helebê,
Bazar kir şimika yarê,
Şimika yarê biçûk bû,
Linga ha ra qe nebû,
Hoy nînar, hoy nînar,
Harîna nînar har nînar.
We çûme Diyarbekir,
Min anî hepût şekir,
Min girt yara bela kir,
Min heram be tam nekir,
Bazara şimikê wê kir,
Şimik linga ha ra bû,
Hoy nînar, hoy nînar,
Harîna nînar har nînar.
Hecka nebê bimbarek,
Ser de hilşê dîwarek,
Pê vede tîremarek,
Pê vede tîremarek,
Hoy nînar, hoy nînar,
Harîna nînar har nînar.
Her baxo, baxo, baxo,
Baxê me yê jebeş e,
Jebeş bû sed û şeş e,
Keçik yeke çavreş e,
Para lawikê keleş e,
Para lawikê keleş e,
Hoy nînar, hoy nînar,
Harîna nînar har nînar.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î