Ferec - Jiyan
wêneyê hunermendî:ê 107 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ferec - Jiyan

berika min ku ne xir û xalî
caran têr dixwim caran jî birçî
min ne xem e ji ber cilên qirêjî
bawer im nêzik e serbilindî û xweşî

min ne pere ye rêya te da bikim gul
ne jî zêr serê te da bikim gure gur
ez hez dikim ez û tu hev re bibin dost
dê keçê maçekê bide vî rebenê hûr

keçên delal por reş û sor û zer
pir ciwan derkevtine li her der
car car bi wan li kolanan dikim şer
çi jiyane mirate tê da bûme ker

eve çi dikin şev û roj digerin
yên xayîn serbilind yên dî bindest in
hebûna me çûye binê zindaneke kûr
hêvî dikim me jî bibîne rojekê dor

dor dor dor
dê rêve here pêya

wekî fesat li dev me xwe dikin jar
wekî ji dev me diçin ji dijmin re dikin kar
çawêt wan birijin nabînin ser pişta me jop û dar
ji ber wan bindest ketin jin û mêr û zar

bila rondikên me zuwa bin dilê me hînî
xelas bit biçit ser serê me zordarî
xayiniyê nezaniyê bikene darbestekê tarî
pêhnekê lê bidin bila biçine bin tepkê rûvî

bila serbest bit herkes di nîveka şevê
bigerit dol û nihal û çiya xezal bit ji revê
ew roj neyêt zarokên me bêjin hebûna me kanê
li her deran bilindkin navê xwe û jiyanê

jiyanê jiyanê jiyanê
dê rêve here peya

Gotin û Muzîk: Reh Fuat, Erkan Baran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î