Ferit Sevim - Bafirok
wêneyê hunermendî:ê 32 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ferit Sevim - Bafirok

Wî bafirokek berdabû li asîman
Hêvîyek bi dûvikê wê re girêdabû
Gihişt ewran bi hêvî
Yekê çîqê wê şikand hêlişt bêhêvî
Li ber bayê ve çû û winda bû
Bafiroka wî jî bû hêvîyek şikestî
Yekê zarokatîya wî hêlişt nîvî

Dengê gûle ji tifinga kujerekî
Li xewnên wî ket kir reştarî
Zarokatîya me jî wek bafiroka wî
Li ber bayê ve çû kes pê nehesî

Ronahî qels bû piştî wî zemanî
Rengekî qirêj giha çîqên wî
Bafirokek dî destê wî de dima nîvco
Êdî wê çi bike wî jî nedizanî
Hingê baranek barî
Hêvî paqijî bû,
Wê baranê bi xwe re anî qirêjî

Dengê gûle ji tifinga kujerekî
Li xewnên wî ket kir reştarî
Zarokatîya me jî wek bafiroka wî
Li ber bayê ve çû kes pê nehesî

Êdî bû wek kevirek di rê de
Heçîyê diborî pê lê kir
Gelekan qetek ji wî vekir
Wî jî lingê geleka êşand

Dengê gûle ji tifinga kujerekî
Li xewnên wî ket kir reştarî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î