Ferit Sevim - Hilweşîn
wêneyê hunermendî:ê 28 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ferit Sevim - Hilweşîn

Gewîya min ziwa bû.
Min destê xwe dirêjî avê kir av bû agir
Xewnek bû heçku di hinava min de
Di hinava min de belengazîyek
Siharên min wek rengê şermê
Zarokatîya min tê bîra min
Hingê paqij bû…

Ji xwe direvim, li xwe dikevim
Ji agirekê derdikevim, xwe li dojehê dibînim
Ji sibeyê ditirsim, îroya min pûç bû
Qêrînek xwe li min digire û min bernade
Ka ez çi bikim?

Min çavên xwe li ser singek nenas vekir
Destên xerîb li nav porên min de digerîya
Tilî wek maran, neynûk wek jehran
Çav wek agirê xezebê
Li pey hêvîyên xwe diketim
Asîmana min kê reş kir?

Ji xwe direvim, li xwe dikevim
Ji agirekê derdikevim, xwe li dojehê dibînim
Ji sibeyê ditirsim, îroya min pûç bû
Qêrînek xwe li min digire û min bernade
Ka ez çi bikim?

Her ro diqîrim, li ber devê kendalekî bêbin
Xwe dikujim, lê dîsa ez xwe sax dikim
Ji xwe direvim xwe digrim û hefs dikim
Dest û lingên xwe girê didim lê li hewara xwe têm
Bela xwe ji xwe venakim ber bi dînîtîyê ve diçim
Min piçek ronahî dît ez ê ji xwe birevim
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î