Fetoyê Hodik - Eman Eman
wêneyê hunermendî:ê 24 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Fetoyê Hodik - Eman Eman

Eman eman eman eman eman,
Qemerê canê ta çimanê wisanê,
De tu çima salek salê qasekê kêleka min mehrûmê Xwedê, rûnanêyî lê nasekinî,
Were eman eman eman eman eman,
Qemerê canê, ta çimanê wisanê wê dilkafir î,
De tu çima salek salê qasekê kêleka min mehrûmê Xwedê rûnanêyî, lê nastirî,
De tu were, sala îsalîn ramûsanekê nefsa canê min kerem bike,
A de wê her sê rojê felekê kesikî ra nedûmac e, ay te ra jî nay dûmîne,
De bibe nebe dara dinyalikê rojekê lê tê bimirî.
Ax eman eman eman eman eman eman eman,
Eman qemerê canê, bihar e malê me danîne Zozanê Elegezê, lo cîkî dêm e,
De mi dî dema hatinê, kewa gozel cêrê avê li piştê ye, meşiya warî kaniya dorî çem e,
De wezê çûme pêşiya kewa gozel, minê ramûsanek jê xwestibû,
Oy de minê nava sing û berê kewa gozel ji minî,
De çima sûsê xala xaleke lo jê di kêm e.
Ax eman eman eman eman eman,
Eman qemerê canê, bihar e, malê me geriyane li zozanê Elegezê,
De wê warê jor li war danîne,
Lê wê hê hê dorê wan teva çavkanî ne,
Dorî kaniya lê dilê mi ra, gul u sosin ra çîçek lê şîn bûne,
De wê baran tê ba jî pê ra lêdixe dilîlîne,
A de wê wê, kewa gozel cêrê avê pişt kiriye lo jêla tîne,
A de wezê çûme pêşiya kewa gozel, minê ramûsanek jê xwestibû,
O de go, gede lawiko dûrî mi here, de wê cêrika ne qolanê milê mi dêşîne.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?