Fetoyê Hodik - Zozanê Elegezê
wêneyê hunermendî:ê 29 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Fetoyê Hodik - Zozanê Elegezê

Were gundo, zozanê me Elegez e,
Wî malîno, wî zozanê me Elegez e,
A de bira Xwedê xira bike,
Halê wextê me koçera wî çima dagerê me şorikê devê rez e.
Were gundo zozanê Elegezê,
Gul û rihanî, çîçek, sosinî, gezina,
De teva ciyê henek, laqirdiyê minê kewa min gozel in, delîl soz nemane.
Were gundo wî zozanê Elegezê zozanê me ne,
Wî teresê, bejna bilind, çavê belek çavê te ne,
Wî kurmal, zozanê Elegezê gul û rihan û çîçek, sosina,
De teva cî heneke laqirdiyê min û te ne, delîl soz nemane.
Ha wey gundo lawikê min siyarê wextê ye,
Ax vê sibê dajo bangî xwe ye,
A mi tê wê bê mêvanê mala me ye,
Mi nizanibû wê bajo ber derê şewitî kanîxwe ye,
Ax gede kurmal, mi nizanibû derê da bêbextî pêşî mala xwe ye,
Ax nayê bîra te zozanê Elegezê gul û rihan û çîçek sosina,
Teva cî heneke laqirdiyê min û te ye, ax delîl soz nemane.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?