Fetoyê Ûso - Cemaliyê
wêneyê hunermendî:ê 16 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Fetoyê Ûso - Cemaliyê

De lo lo lo lo lo lo lo wey,
Wî lo bavo, Cemaliyê dinêrim dar û ber e,
Wî lo xweyo Cemaliyê dinêrim dar û ber e,
Şerê Selîm Ezîm, Selîm şêrê mala bavê mi qemer e,
De wê çewa nava meydanê gulekê mixênetî, berî bedena Selîm Ezîm, Selîm
şêrê mala bavê min dêrana Xwedê dane,
Wî law korê nemayê , bavê wan çûye Mûsilê, bav ne li mal e,
De lo lo lo lo lo lo lo wey.
Wî la bavo, Cemaliyê dinêrim, wê himber e,
Wî la xweyo, Cemaliyê dinêrim wê himber e,
Xezal xanimê, gulîbirê, rabe binêr nava meydanê,
Hatine kuştin, sê siyarê mala bavê min dêranê,
Yek Hesen e lawê di Elo ye,
Yek Qasimê lawê di Beyro ye,
Yek Selîm Ezîm şêrê mala bavê min î Cemaliyê ye,
Wî porkurê heyfa min lê nayê kuştina li van şêra, van egîda, van efiyeta,
Heyfa minê tê wê heyfê, divê kalebavê wan çûye Mûsilê, bav ne ser e,
De lo lo lo lo lo lo lo bavo.
Wî lo bavo, şer qewimiye Cemaliyê berî tehtê,
Wî lo bavo, Cemaliyê dinêrim berê tehtê,
Hela binêre siyarê me siyar bûne, berê xwe dane rohelatê,
Hêrçî yê eynelî martêliya çarnikal tê, de wê çewa nava meydanê gulekê berî
bedena Selîm Ezîm, Selîm şêrê mala bavê min dêranê Xwedê dane,
Wî la korê, cinyazê vî şêrî ser milê bira, pismama, bava ber bi mal tê,
De lo lo lo lo lo lo lo bavo.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?