Fetoyê Ûso - Eşîrê
wêneyê hunermendî:ê 13 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Fetoyê Ûso - Eşîrê

Eşîrê hê hê, eşîrê hê hê, eşîrê hê hê eşîrê,
Eşîrê digo kuro kurmal, rabe binêr çika bejna min çewan e.
Kuro digo eşîro, bejna te ne hevalê tu bejnan e,
Gidî bejna te ya zirav e, layîqî kembera zêran e,
Çavê te yê belek in, devê lêvê te notlanî belgê kaxizan e,
Zermemikê te notlanî can sêvan e,
Wekî meriv şevek şevê payîza têkeve nava xal û xirdê gerdenê sing û bera,
Kavilê gunda da merî yara rojê remezan e,
Delîla minê rabe xwe ber eynê binêr, çiqa wisan e yan ne wisan e,
Eşîrê, eşîrê, eşîrê kavilê gunda bê te nabe sebra mi, soz nemane.
Eşîrê bejna te zirav e, ta rihana dara kir e,
Hela binêr tava sibê daye, siya êvarê xwe ra hêdî hêdî hê lê dizivire,
Siya êvarê xwe ra hêdî hêdî hê lê dizivire,
Gelî maliya rabin temaşe kin, morî mincixê destê eşîram temam zêr e,
Lê eşîrê hê hê, eşîrê hê hê, eşîrê hê hê sebra min tu yî lê eşîrê.
Eşîrê Axmexanê dinihêrim, wê bi dar e,
Delala dilê mi, Axmexanê ber da dar e,
Hela binêr kawa minê kubar,
Gul sozdara şîn dibe, avê belekiya ra tê xwar e,
De vê sibê dilê min geş e melûl nabe,
Mîna mi go kavilê gunda tu ya min î, dîsa destê te nabe.
Eşîrê hê hê, eşîrê hê hê, eşîrê hê hê eşîrê,
Eşîrê dinya ne milkê bavê tu kesî ye,
Sebra mi, soz nemane.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?