Fetoyê Ûso - Lê Delalîyê
wêneyê hunermendî:ê 27 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Fetoyê Ûso - Lê Delalîyê

De lê lê lê lê lê lê lê lê lê delaliyê,
Ê lê delaliyê Îran e dilê min û te ra Îran e,
Ji kevirê Îlamê bigire heya şehrê Kermanşahê Kurdistanê,
Heya şehrê Kermanşahê Kurdistanê,
Hela binêr van eşîra, kon û çît û textê xwe lêdane,
De qelbê zerî û esmera li hev civiyane,
Ez ê çavê xwe digerînim nagerînim, yeke mînanî delaliya dilê mi ne nav da
ne,
Lê lê lê lê wayê, mi nedîta serbela belayê,
Aşiq Kerîm ez im, wî nemînim rûkavleta vê dinyayê.
Ê lê delaliyê, tu bejna xwe ra pir delal î,
Nizanim yan gul î yan sosin î yan kevok î halhal î,
De tu were vê êvarê çoka xwe bide çoka mi evdalî,
Ez ê devê xwe têxime xal û xirdê gerdenê sing û bera,
Sibê berê sibê rabe yar didine xortekî çardesalî,
Lê lê lê lê wayê, mi nedîta serbela belayê,
Aşiq Kerîm ez im, wî nemînim rûkaleta vê dinyayê.
Ê lê delaliyê, tu bejna xwe da rewşa eşîrê, kulîlka zozana,
De tu şîn dikî zozanê jorîn, devê belekiya, serê riya, koç û geliyê eşîra,
De serê riya, koç û geliyê eşîra,
Zermemikê felqa mi wisan in, notlanî nanê textê otaxa senemiya,
Notlanî nanê textê otaxa senemiya,
Ez evdalê Xwedê, notlanî berfa zozanî,
Seva çev û birûyê belekê xwe halara diheliya,
Lê lê lê lê wayê, mi nedîta serbela belayê,
Aşiq Kerîm ez im, wî nemînim rûkaleta vê dinyayê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?