Fetoyê Ûso - Lo Gundo
wêneyê hunermendî:ê 16 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Fetoyê Ûso - Lo Gundo

De lo gundo, wî lo gundo, lo gundo, xerabo gundo, lo gundo,
Xezalê şevekê me hatî, heyanî şevê,
Delalê şevekê me hatî, heyanî şevê,
Ez ê naxwazim yanaxê ecem rakim xewê,
Vê sibê berê derê mala bavê xezalam tê qîrîna quling ser da malxirabtî ye wê,
De lo gundo, wî lo gundo, lo gundo, xerabo gundo, lo gundo.
Xezalê şevekê me hatî heyanî dîka,
Wî delalê şevekê me hatî heyanî dîka,
Min heyrana gurzegurzê bercê dîka,
De dînam were pirseke mi te heye,
Were wez ê te ra bêjim dizîka, dizîka,
De lo gundo, delalo gundo, nezano gundo, lo gundo.
Wî xezalê were, em ê hev ra yar bi yar bin,
De dînam were, em ê hev ra yar bi yar bin,
De were wez ê tu va em ê milê hev bigirin,
Deşt û zozan bigerin, hêlanê bilindda xwe xarkin,
Delo gundo, lo gundo, lo gundo, avo gundo, lo gundo.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?