Fetoyê Ûso - Were Lo
wêneyê hunermendî:ê 11 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Fetoyê Ûso - Were Lo

Were lo lo, were lo lo, were lo lo, were siyaro,
Siyaro qurban, Axmexanê vir da saz e,
Xwedê va eyan e, lawikê mi siyarê melekîkê gerdengaz e,
Sala par vî çaxî soz û qewl û qiyalê mi gede lawikê mi tev hebû,
Sala îsal elê lawikê mi dîsa sozê mi dixwaze,
Bê were lo lo, were lo lo, were siyaro.
Way malîno, lawikê mi vî welatî çi digere,
Gundîno lawikê mi vî welatî çi bêje ye,
Singê mi zozan e, zermemik e, xalxalî ye,
Xwedê va eyan e, serê mi qurbana serî be,
Lawikê mi dîsa siyarê ceniya dêlhine ye,
Bê were lo lo, were lo lo, were siyaro.
Siyaro qurban, ne hatinê û ne çûyînê,
Were qasekê kêleka mi rûnê,
Çixarekê bipêç vê titûnê,
Siyaro, bira serê mi qurbana serê te be,
Teyê sala îsalîn hê dilê min kiriye kêrê xwînê,
Bê were lo lo, were lo lo, were siyaro.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?