Fetoyê Ûso - Xezalê
wêneyê hunermendî:ê 18 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Fetoyê Ûso - Xezalê

Ax malîno, minê xezal rakir baxê te, li min, lo nav Rewanê,
Vê sed care xezala minê goşê gundara lo wê banzdanê
Erê Xwedê, minê salix solixê xezala xwe hildane,
Desta giran daketiye ser goşa çiyayê, lo Axmexanê,
Erê xezal nabe, lê delal nabe, dil kafir e, derda lo çare nabe, çare nabe.
Xezalê digo lawiko, hê wa lo sed car hê wa,
Ez ê sing û berê xelqê têlî delal dinêrim,
Usan e bax û baxçe, lo hirmî sêva,
Heyfa minê nayê wê heyfê,
Heyfa minê tê wê heyfê tu were sala îsalînê,
Kotî şindok dewarê mêra bide nava dev û diranê pintî derda, lo lo heram lêva,
Ax malîno minê xezal rakir kane kêrê lo kokê dara,
Xezala minê vê sibê berjêr meşiya,
Berê xwe da şehrê giran, dikanê lo van etara,
Malî gundî, sala îsal hinek şûşa dilê xezala mi deriziye,
Ez ê dikim milê wê bigirim, bigerînim ser hekîm û doxtora,
Na wele dîsa lo van cebara, ho van cebara.
Wî malîno, xezalê digo, lawiko ez ê berf im, berfa lo vî bêlanî,
Tava sibê daye ser min, siya êvarê lê ziviriye,
Ez ê heliyam, ne heliyam kesekî tasa ava sar lo qe lê nanî,
Xwezila xêra mala xwedê ra heft mîrê miraza ra,
Welatê xerîba ez ê bibûma gustîleke silêmanî, ax têketama tilîya lo lo te mêvanî,
Ê lê xezal nabe, lê delal nabe, dil kafir e derda çare nabe, çare nabe.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?