Feyzoyê Rizo - Kosedaxê
wêneyê hunermendî:ê 40 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Feyzoyê Rizo - Kosedaxê

Erê zeriyê kona digerî,
Kona li wira konê me ne,
Yar yar yar yar yar yar yar,
De yar yar de yar yar yar.
Ê lê zeriyê kona digerî,
Kona li wira konê me ne
Qîz û bûkê Hacî Qero ser bi zer e,
Sûret sorin, gerden zere,
Ramûsan darê dinê gelek hene,
Herçî ramûsan danê qîz û bûkê Hacî Qero,
Ramûsan dane dilê zêde ne,
Felekê, yar yar yar yar felekê.
Erê zeriyê Kosedaxê mîrê çiya,
Yar yar yar yar yar yar yar,
De yar yar de yar yar yar.
Ê lê Zeriyê Kosedaxê mîrê çiya,
Wez û kawa kubar me yê milê xwe milê hev xistiye,
Em ê çûne zozanê binê mexelê pezkûviya,
Ketin henek û laqirdiya,
Bextê mi ra, morî mircanê zenda tev qetiyabû,
Mi go kewa kubar tu metirse,
Ez ê sibê van çaxa xwe bavêjime nava xer û xeracê lê,
Yar yar yar yar de yar yar yar felekê.
Erê Zeriyê, bira avriyê te nekevin kêlê kevira,
Yar yar yar yar yar yar yar,
De yar yar de yar yar yar,
Ê lê Zeriyê, bira avriyê te nekevin kêlê kevira,
Wez ê dikim sala wîsalîn kawa kubar birevînim,
Herkê bivê wê bivê, herke nebe wez ê xwe bavêjim her sê malê wan têcira
felekê û felekê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î