Feyzoyê Rizo - Xalo
wêneyê hunermendî:ê 104 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Feyzoyê Rizo - Xalo

Erê xalo, xalo, xalo, xalo, xalo,
Sibe ye, steyrka sibê li me qal bû,
Dengê eynelika hewşa Şêx Çetoda, ser postê pezê qurbanêda lal bû,
Ser postê pezê qurbanê da lal bû,
Gulê go Almastê agirê kulê beyt ocaxa mala bavê ketê,
De tu rabe erafê meydanê temaşe ke,
Gulekê berî bedena Ûsivê Hacî, mala tîtalê xorta dane,
Wey la mala bavê şêx xera be, cinyazê vî şêrî nav neyara da bê pergal bû,
Wayêê, wayêê, wayêê mi rezîla rûqala vê dinyayê.
Erê xalo, xalo, xalo, xalo, Borelanê berî berdê, kavilê berî berdê
Gulê go Almastê de tu rabe bîne botê Ûsivê Hacî Balo ra derxe hewşê,
De tu jê ra qaşê bavê zendê Ûsivê Hacî Balo lo dozde mêrê mala Çeto kuştine,
Vegere mala Gewşo da lê dixe xweyo, qeyd û qeyd û qawinê vê govendê,
Erê wayêê, wayêê, wayê, mi rezîla rûqala vê dinyayê.
Erê xalo xalo, xalo, xalo, Borelanê li wan t’anka, li wan t’anka
De birê qîzê bûkê vê eşîrê bi hev ketine li nav şevê da qere şev îsal nehata,
De kuro, kurê eşîrê ne kê bihîstiye, kê bînaye wekî meriv nava seetekî bikuje
dozde mêrî eşîrê de,
De wayêê, wayêê, wayê, mi rezîla rûqala vê dinyayê.
Erê xalo, xalo, xalo,
Bu helanê li van qira kaviliyê li van qira,
Kulê tê bikevî mala Ûsivê Hacî Balo bala xwe bidê,
De çava seva sê postê kara, şeş konê eşîrê dane ber mîrata,
Wayêê, wayêê, wayêê, de wayê wayê, mi rezîla rûqala vê dinyayê..
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î