Feyzoyê Silo - Ez Nemînim
wêneyê hunermendî:ê 31 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Feyzoyê Silo - Ez Nemînim

Ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim,
Elîfê digo Helîmê dayê, minê sondekê xwariye, sonda qesemê Xwedê,
Wez ê tu cara naçim nav hevala,
Ê de wez ê tu cara naçime nav hevala, tu kesekî ra nakime henekê laqirdiya,
nakime galegalê galegala,
Ê de wez ê bi alimê Memedê bira ra tu kesekî ra nadim tu soza mi go lo tu qerara,
Gava dinê, orta nanê nîvro ji kêfa eşqek ketiye dilê mi porkurê,
De minê bala xwe da rîya Kêrsa şewitî, vê gêdûkê,
Minê bala xwe dayê qeretûk rêda tê xuyanê,
Min go divek Xwedê Amê Memedê mêrane, çûne kêfa eşqê nêçîrê, ber bi mal
vegeriyane,
De weza gulîbirê, minê bala xwe dayê,
Merekê malê tê rê dîne, wanê serê siyarê wana li ney serê mî,
De wez ê vegeriyame aliyê konê erebî,
Wez ê konê erebî reşî bixemlînim,
De wez ê çûme, wez ê dîwanê cotê mawîzerê birangê xwe divînim,
De belkî Xwedê qebûl nekî, wezê cer u ser cûrekî por poşman bigrim bidim
van canika,
Van kewê gozel tev xeyalê xwe lo lo lo vegerînim.
Ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim,
Elîfê digo Helîmê dayê, şerekê me qewimiye Kaniya Porteqelê, agirê erdê ketiye,
Weyla mi porkurê, dişewite pêla pêla,
Alawê xwe avêtiye rûbarê ezmana halê dilê mi ra girtiye Kanya Porteqelê wê
bi mij e,
Tivinga destê Amê Memedê bira bariya ewrê nîsanê,
Weyla mi porkurê, lê çewa digurije,
Bira xêrê ayikê wan nevîne, her çar siyarê hesûda,
Wê çawa cotê birangêQereçêra bi qelpî kirine ava kuje,
Xwedê qebul nekî, wez ê çûme aliyê malê, wez ê çûme aliyê malê, wey lo mi
porkurê,
De mi go wez ê cotê bi ker û bi xêlî çewa ser mala bavê de lo vegerînim, ez
nemînim.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?