Feyzoyê Silo - Gozê
wêneyê hunermendî:ê 19 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Feyzoyê Silo - Gozê

Wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê,
Wey lê, wey lê, wey lê,wey lê, wey lê, wey lê Gozê,
Wey lê Gozê mehrûmê, wez ê vê sibê nexweş im, halê dilê xwe ra pir bethalim,
Malxirabê wez ê nexweş im, halê dilê xwe ra mi go pir bethalim,
Wez ê vê sibê nexweş im, nexweşê nava vî ciya,
Serê minê nagire ser nazikê belga anê vê navî ciya, Malxirabê wezê dinihêrim
dinîya halê me dinihêre, kula dilê minra kevir wa giwrike,
De tu rabe ava mi germ ke, kefenê min hazir ke, wez ê bimrim rojî şeşa,
De kevirê şamiyê bîne nava çayê vê nîşavê û avreşa,
Ser mi ra sekiniye, lezimê xwînê, ber serîya minê tê qîrîniya cotê yara,
Ser mira sekiniye Gozela malxirab,
Ser çokê wê qetiyane ketiye wê qilixê jinebîya,
Bermalî, bermalî, bermalî, bermalî, Gozelê boş e betalê Gozê.
Wey lê wayê, wey lê wayê, wey lê wayê, wey lê wayê, wey lê wayê, wey lê,
Wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê Gozê,
Hê lê Gozê mehrûmê, wez ê bimirim rojî çara,
De tu were kevirê şamiyê bîne, nava lixamê van neyara,
Ser mi ra sekiniye qewm û pismam, lêzime xwînê,
De ber serê mine têye qîrînîya cotî yara, ser mi ra sekiniye Gozela malxirab,
Ser çokî qetiyane ketiye qilixê jinebiya,
Bermalî, bermalî, bermalî Gozê, betalê, tu kesekî ra nayê nayê serî.
Wey lê wayê, wey lê wayê, wey lê wayê, wey lê wayê, wey lê wayê,
Hê lê malxirabê, serê min dêşê, dilê min milkemilk e, Gozê malxirabê, dilê
milkemilk e,
Qasidê felekê li min hatiye, ber malîya min Goza min Gozê,
Bermalî, bermalî, bermalî Gozê betalê, li betalê Gozê,
Wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê,
Lê lê Gozê malxirabê, bejna Goza min darê ziravê leylanê,
Malxirabê bejna Gozam mînanî darê dara ji vê leylanê,
De minê go gulîyê Goza min dirêje mîna şitilekanê Zor Temir Paşa,
Himberî xwera lêxe berçemê, wî Goza min, Gozî heyranê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?