Feyzoyê Silo - Hesenê Cibrî
wêneyê hunermendî:ê 15 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Feyzoyê Silo - Hesenê Cibrî

Delalo hoy delalo, hoy delalo, hoy delalo, hoy delalo, hoy delalo, hoy delalo,
Delalo, delalo, wez ê Dilikî wêran dinêrim tê bîna bayê nermê, bîna bayê nermê,
Delalo, wez ê Dilikî wêran dinêrim tê bîna bayê nermê, bîna bayê nermê.
Hesongê Cibrî, axayê xorta, vê sibê di tam û leşkerê qerenîzamê dewletê topê,
Dewletê li hildaye, êvar da kişiyaye avêtiye ser me,
Wez ê vê sibê rabim destê çekê qerenîzamê dewletê xwe kim,
Li patrona partrontaşa çepo rasto li girêdim,
Ser şeş birangê xwe porkurê bibim hefta,
Ez ê derkevime meydanê Hesongê Cibrî,
Axayî xorta ra şerekî mêranî, mêrxasî, zemanî giran jê ra daynim,
Were delalo, delalo, Hesongê Cibrî, axayî xorta, tu xweşmêr î.
Delalo delalo, wez ê Dilikî wêran dinêrim wê bi sûs e,
Ezîzo, wez ê Dilikî wêran dinêrim wê bi sûs e, wê bi sûs e,
Çînî mîdarê Hesongê Cibrî axayê xorta, delalo çewa diçûrise,
De wez ê vê sibê rabim ser şeş birangê xwe porkurê, bibim hefta,
Destê li çekê eskerê qerenîzamê dewletê xwe kim,
Patrona li patrontaşa çepo rasto li girêdim, derkevim meydanê,
Hesongê Cibrî axayê xorta ra şerekî li mêranî, mêrxasî zemanî giran jê ra
daynim delalo,
De bira xelqê bêje keçika heyderî çima wisan e, bê nav e, bê namûsî,
Were delalo, Hesongê Cibrî axayî xorta, tu xweşmêr î.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?