Feyzoyê Silo - Lo Lo Bavo
wêneyê hunermendî:ê 36 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Feyzoyê Silo - Lo Lo Bavo

Wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo,
Xweyo wî keko, kela dêran î bavo,
Wey lo xweyo, wez ê Qûşqeranê kavil dinêrim li me derketiye steyra berîbenda,
De kekê min dêranê Xwedê, qereçiyê da birîndar e li qolanê milê her du zenda,
Heyfa min lê nayê kuştina kekê min dêrana Xwedê,
Heyfa min lê tê li wê heyfê,
Wê çawa cotê gogerçînê mala bavê minê kişandineseyra li mexîla, ser sazbenda.
Wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo,
Lo xweyo, wez ê Qûşqeranê kavil dinêrim nebû tarî,
Hêstirka kekê min dêrana Xwedê, ezmanê jorê rijiya ser qereçiya, kekê mi da
agir barî,
De bira Xwedê xira bike dijminatî, neyar yar,
Mi her çar malê heydera dijminatî kê jê mezin e xweyo wa di sar î.
Wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo,
Wî xweyo tu kela zêran î bavo,
Wî lo lo hey lo xweyo, wez ê Qûşqeranê kavil dinêrim, cewê kanî,
Xwedê zane tivinga destê kekê mi porkurê, erd û ezman, çiya û banî lo tev hilanî,
Heyfa mi lê nayê kuştina Tarxanê çavbelek, yarimşahê dewletê,
Heyfa min lê tê li wê heyfê,Sendengê li Dankanî, heyfa Xalid bi hisn û bala
destê xwe hilanî.
Wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî bi xweyo,
Xwedê zane kekê min dêrana Xwedê, yarimşah e, mîrpençe ye, dilgurçik e,
Kekê min porkurê, dilpola ye, nav û dengê kêkê minê wa Stenbolê wa bela ye.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?