Feyzoyê Silo - Reşkê Hecî
wêneyê hunermendî:ê 21 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Feyzoyê Silo - Reşkê Hecî

Were loy loy, were loy loy, were loy loy, were wayê, were wayê,
Were loy loy, were loy loy, were loy loy, were wayê,
Hey lo bavo mi go, wez ê Ortilê Qeredaxê dinêrim wê bi saz e,
Hewarîkê vê sibê, qota sara wê daketiye wê bêlana Gozegozel,
Bira xêrê û ayikê mi nevîne her çar peyangê van takola,
Wê çewa gulekê berî bedena Reşkê Hacî delaliyê malê dane,
Heyfa mi lê nayê kuştina Reşkê Hacî, delaliyê malê,
De divê pêra hatiye kuştinê Eyşika Axê bêbextê, bê miraz e,
Were lol yo, were lol yo, were lol yo.
Were loy lo, were loy lo, were loy lo,
Were siyaro, hey lo siyaro, wez ê Ortilê Qeredaxê dinêrim,
Bayikê me rabûye, bayê devnewala,
Wê lêdixe bejn û bala Reşkê Hacî delaliyê malê,
Mi heyrana bejn û bala Reşkê Hacî delaliyê malê, bela dike rîşê şarê,
Were lol yo, were loy lo, were loy lo, were lol yo, were lol yo.
Kesekê tune cabê bibe Xirba Bara kawil mala xalê,
Bê hatiye kuştinê, Reşkê Hacî delaliyê malê,
Heyfa mi lê nayê kuştina Reşkê Hacî, delaliyê malê,
De divên pêra hatiye kuştinê Eyşika Axê bêbextê, bê miraz e,
Were loy lo, were loy lo, were wayê, were wayê, were siyaro.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?