Feyzoyê Silo - Soylemes
wêneyê hunermendî:ê 18 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Feyzoyê Silo - Soylemes

Way li minê, way li minê, way li minê, way li minê, way li minê, way li minê,
way li minê,
Î lo bavo, wez ê vê sibê ha bi Soylemesê kavil ketime de li vî teta,
De minê vê êvarê li xwe dayê canê kekê mi kirî kilozekî xortaniyê ser desta ye,
Wê serda, wa dikale, wa dizare, wa dihele kula xwe ra,
Mereza dilê min ra divêje, dilorîne, jê hilatî ne.
De mi go Hesen Efendî agirê kulê mala te keto,
Were neçe pêşiya Selîmê lawê Gulsîmê, heqê Xwedê nîn e,
Îro sê roj e sê şev e cinyazê birangê wê maye erdê,
De wê mêra ne dikuje dîsa ser cinyazê birê qe şaş nake.
Way li minê, way li minê, way li minê, way li minê, way li minê, way li minê,
way li minê,
De wez ê vê sibê hafê Soylemesê kavil ketime ji halê dilê xwe porkurê ra golgolî me,
De min ê bala xwe dayê, canê kekê mi kirî kilozekî xortaniyê ser desta ye,
Wê ser da li dikale, wa dihele kula xwe ra, mereza dilê mi ra divêje dilûvîne,
jê hilatî ne.
De mi go Hesen Efendî, agirê kulê li mala te keto,
Were neçe pêşiya Selîmê lawê Gulsimê, heqê Xwdê nîn e,
Îro sê roj e wa sê şev e cinyazê Etmanê bira mayî erdê,
Wê çok daye erde mêra ne dikuje,
Hesabê her çekê ser kudika dilbikul e, wa dilbirîn e,
Nemaniyê fesadiyê fesadan wê qolik e, ketiye rûbarê dinê gelo çima av dernay.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?