Feyzoyê Silo - Teperizê
wêneyê hunermendî:ê 17 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Feyzoyê Silo - Teperizê

Wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê,
Felayê ha Felayê, Almastê digo Xanimê lê lê dayê,
Şerekê me qewimiye Teperizê wan bereka,
Îro sê roj e, sê şev e ser serê kekê min dêrana Xwedê,
Xalî nave dengê topanê pilîmata mi go van çeka.
Wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê,
Emo kekê Qereçê, xwe berê Mistê Qaçaxê dilezîne,
Go Mistê Qaçaxo agirê kulê mala te keto,
Were neçe ser mala Hesenê Bekirbegê lo malikê,
Jê bê wayê sibê zû radibe serçev neşûştî,
Kumê xwe ber bi ezmana davêje,
Xwedê dixwaze qedayê vê belayê.
Wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê,
Almastê digo Xanimê, lê lê dayê, şerekê me qewimiye Teperizê li vî çiyayî.
Îro sê roj e, sê şev e ser serê kekê mi dêrana Xwedê,
Erê da Ewr e gelo çima nabe sayî,
Miste Qaçaxê go kekê Almastê,
Wezê bi navê Xwedê mêra te bikujim, vê payîzê tê bi mêra bikim xelayî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?