Firat Med - Gîyan
wêneyê hunermendî:ê 52 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Firat Med - Gîyan

Em in em lê lê, em in em lo lo
Xelkê vî erdî, em Med û Arî
Kurd û kurdî ne, Kurdistanî ne

Afirîn em bi agirê newrozè
Me kire kiras, xwe kire dozê
Li me bûye der, stêrka sibê
Yezdanê mezin, bide me sûdê
Dergûşa mirovahiyê em in
Îbrahîm Xelîl nûh e va delîl

Ji Zerdeştê Kal ta Rustemê Zal
Zerîfe Xanim ta Leyla Qasim
Ji Mîr Bedirxan ta Egît Sûltan
Nûrî Dersimî Gîyan Gurviyan?
Her dem zindî ne, di her dilî? de
Va ye em di dest neviyê wan de

Roj bide şerqê, ket şûna şevê
Tîrêj dide ser xet û bin xetê
Bayê felekê mê bizivrînin
Bi tîpên zêrîn em dinivsînin
Mirad û meksedê xwe bibînin
Zarokê çiyayê qedîm in

Em in em lê lê, em in em lo lo
Xelkê vî erdî, em Med û Arî
Kurd û kurdî ne, Kurdistanî ne
Gelç vî erdî, em Med û Arî
Kurd û kurdî ne, Kurdistanî ne

Gotin û Muzîk: Firat Med
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?