Gazin - Ez Layiqê Dînê Xwe Me
wêneyê hunermendî:ê 98 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Gazin - Ez Layiqê Dînê Xwe Me

ax ez gulo me, ez gune me
ez guloka bavfile me
wile wezê ne layiqê dînê te me
ez layiqê dînê xwe me oyy

ax gulo tête ji bêriyê
de hacî mûso dide eyneliyê mûdeliyê
diçe bi pêşiyê
de elba şîrê datîne binê siyê
gulo'ra dikeve bi hêviyê
dibê: keçê gulo tu newêre li ser vê dînê heqiyê
ax ez gulo me, ez gune me
ez guloka bavfile me
wile wezê ne layiqê dînê te me
ez layiqê xaçê li ser milê bavê xwe me

ax gulo dibê ez gulo me gulowa va bijaran
de wezê îro ketime destê van neyaran
de goştê min vedikin kêr û kelbetanan
wile wezê dîsa nayime li ser we misilmanan
ax ez gulo me, ez gune me
ez guloka bavfile me
wile wezê ne layiqê dînê te me
ez layiqê xaçê li ser milê bavê xwe me

gulo dibê ez gulo me gulowa dînim
ez ê rabim daw û delingê xwe hîlinim
rêka stembûlê ber xwe bînim
textê osmanliya bihejînim
heke ji te re çarekî dibînin bila bibînin
heke nebîne wileh wezê herdu alên ecnebiyan pê bihesînim

Deşîfrekirin: Xendekî


Versîyoneka Din

Ax eman eman, ez gulo me, ez gune me, ez guloka bavfile me, wile wezê ne layiqê dînê te me, ez layiqê xaçê li ser milê bavê xwe me.

Ax gulo tê tê ji bêriyê, de hecî mûso daye ‘eyneliyê modaliyê, diçe bi pêşiyê, de elba şîrê datîne binê siyê, gulo'ra dikeve bi hêviyê, dibê: keçê gulo tenê were li ser dînê vî heqiyê.

Ax eman eman, ez gulo me, ez gune me, ez guloka bavfile me, wile wezê ne layiqê dînê te me, ez layiqê xaçê li ser milê bavê xwe me.

Ax gulo dibê ez gulo me gulwa van bijaran, de ez ê îro ketime destê van neyaran, de serê min kur bikin heft cezana, de hûn goştê min bikin kêr û kelbetana, wile wezê dîsa nayime li ser dînê we misilmana.

Ax eman eman, ez gulo me, ez gune me, ez guloka bavfile me, wile wezê ne layiqê dînê te me, ez layiqê dînê xwe me.

Gulo dibê ez gulo me, gulwa dînim, ez ê rabim dev û delingê xwe hîlinim, ez ê rêka stembûlê ber xwe bînim, ez ê textê osmanliya bihejînim, heke hecî muso re çarekî dibîne bila bibîne, heke nebîne wile ez ê heft diwalê ecnebiyan pê bihesînim.

Ax eman eman, ez gulo me, ez gune me, ez guloka bavfile me, wile wezê ne layiqê dînê te me, ez layiqê xaçê li ser milê bavê xwe me.

Ax gulo dibê ez gulo me, gulwa li van aşan, de qaşa gustîla minê sor e, la ji van qaşan, de çawa îro xwîna min rêtine ser kevir û van telaşan.

Ax eman eman, ez gulo me, ez gune me, ez guloka bavfile me, wile wezê ne layiqê dînê te me, ez layiqê xaçê li ser milê bavê xwe me.

Deşîfrekirin: Ceso
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î