Gelêrî - Ahmedo
wêneyê hunermendî:ê 645 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Gelêrî - Ahmedo

Ahmedo, zyaretvanê me çûne ber zyaretê,
Terezo, zyaretvanê me çûne ber zyaretê,
Temî bike pezka qurbanê, wê mî dû li me tê,
Ezê nedame Ahmedî axê, xarzyê Bedûl begê,
Heft salyê virda dilê me hevdûda hebû,
Gundo, malîno, hûn şedene, wey,
Ezê dame Temongî Mistereşkê,
Çîmî ser kulekê, arkolkê ber tendûrê,
Çar jinê wî terezê terezbav hene,
Hey novete şeva çara dora mine,
Heta sivê ser sîngê minî kewe wê xirav dike gîlêzê wê belxemê.
Ha Ahmedo, Ahmedo, Ahmedo,
Bextê te û xudê tedame,
Ezê nazik bûm, nazelîbûm,
Nazikê xwe li kê kim –
Ne dêye – li dêkim,
Ne bave -li bavêkim
Ahmedo: – Besrayê, bextê te û xudê tedame,
Orta herdu derya minê tu dîtî,
Minê dareke zenda te morî mircan daye,
Tê nikarî qe rîşyê şerê ber enya kever qolê zêra çêkî.

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?