Gelêrî - Ax Babaya
wêneyê hunermendî:ê 184 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Gelêrî - Ax Babaya

Çûme diyarê bêderan
Ketim nav cema rêçbêran
Him cot dikin, him av dikin
Bûa mîr û beg û axan

Ox ox ox ox axbaba ye
Wa çi eşq û çi sevda ye
Cila reşik xwe werdaye
Wa çi hale çi sevdaye
Dem dem dem dem...ox ox

Tu tembûr î ez perde me
Tu axa yî ez kole me
Li ber derîyê we sêvî me
Ne kenîme ne şa bûme
Ox ox ox ox axbabaye....

Ew kaniya ji kevir e
Çel xayinan av lê bire
Wekê karê me karkiran
Xelas nabe, venamire
Ox ox ox ox axbabaye...
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?