Gelêrî - Axayo Qurba
wêneyê hunermendî:ê 140 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Gelêrî - Axayo Qurba

Axayo qurba ezê çûme Mûşê, Mûş titûne,
Bavê Koroxlî digere nava Mûşa şewitî bi feytûne,
Xwedê meriva eyane bejna bavê Koroxlî –
Serda çoxe, binda gulavtûne.
Li minê, li minê,
Axayo qurba, paşî bavê Koroxlî nemînim li dinê
Axayo qurba çûme Mûşê serî têlê,
Ezê bazar bikim bavê Koroxlîra qutî dû dermanê vê simbêlê.
Perîşanê korê, şerrê nemayê xelqê unda kirye tekan û tûka,
Meyê unda kirye bavê Koroxlî, reyîsê êlê.
Li minê, U minê,
Paşî bavê Koroxlî nemînim li dinê
Axayo qurba simbêle,
Surra sibê, bayê êvarê lê dixe simbêla bavê Koroxlî têl bi têle.
Perîşanê go: -Şerê nemayê, vê sibê gullekê berî bedena bavê Koroxlî dane,
Berê wî dane qulbê, pişta wî dane kendêle,
Lê minê, lê minê,
Axayo qurba, paşî bavê Koroxlî nemînim li dinyayê

Gotin: Farizê Emer

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?